NûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê Cîhanê li hevdîtina tev serokkomarê Wiyêtnamê.

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî, pêgîrî kir: Siyaseta bingehîn a Komara Îslamiya Îranê, hevkariya tev Asyayê ye.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî, berêvariya roja sêşemiyê li hevdîtina tev Trang Tan Sang, serokomarê Wiyêtnamê, siyaseta webirr a Îranê hevkariya tev welatên asyayî û ji wan Wiyêtnamê da zanîn û herwiha got: Haya me ji hevkariyên we li civatên cîhanî de heye û em ser vê bawerê ne ku heya ku dibe û îmkan û zirûf hebin, divê ku hevkarî werin berfirehkirin.

Wî destnîşan kir: Wêrektî û berxwedana gellê Wiyêtnamê û kesayetiyên berbiçav ên wê wekî Hûşî Mînê û General Ciyap li hember destdirêjkeriya biyaniyan, bûne sedem ku gellê Wiyêtnamê li bal xelkê Îranê, xwedan rêz û bi hitbar bin û ev rêzgirtin û hevdilî, rê ji bo berfirehkirina hevkariyan xweş dike.

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî, bal kişand ser hewldana hêzxurtên ên li dinyayê bona xwetêkiliya li kar û barên welatên din û got: Ev xwetêkilkirin hin caran bi riya birêxistina şerrên wekî şerrê Wiyêtnamê û hin caran jî bi rêbazên din cih tên û riya sekinîna li hember van xwetêkilkirinan, hevkarî û nêzîkbûna welatên serbixwe bi hev re ye.

Trang Tan Sang, serokê Komara Wiyêtnamê, jî di vê hevdîtinê de qedrê piştgiriyên Îranê ji Wiyêtnamê li civatên navneteweyî girt û got: Wiyêtnamê jî li civatên navneteweyî pişta helwêstên Îranê girtiye û bikaranîna enerjiya aştiyane ya navokî, mafê bi heq a Îranê dizane û dê li dahatiyê jî pişta helwêstên Îranê bigire.

Serokkomarê Wiyêtnamê, sipasiya gotinên rêberê Înqilabê yên li bara rêzgirtina ji şerrê gell û serokên Wiyêtnamê yên dijî biyaniyan kir û her wiha got: Xelkê Wiyêtnamê bi dehan salan e ku li hember êrişa biyaniyan li ber xwe dane ta ku karîne bigihîjin serxwebûn û azadiyê.

Trang Tan Sang, li ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên di navbera Îran û Wiyêtnamê li hemû waran de pêgîrî kir û hêvîdariya xwe diyar kir ku Komara Îslamiya Îranê li çarçoveya siyaseta nihêrîna li welatên rojhilatê, wekî berê Wiyêtnamê wekî hevparekî xwe yên girîng bizanibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu