Polîsê Kerkûkê ragihand, di heyama 6 mehên borî de 34 kes bi tohmeta bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber li Kerkûkê hatine girtin.
Berpirsê navenda nehîştina madeyên hişber li rêveberiya polîsê Kerkûkê, Farûq Ebdulkerîm got, hêzên me di nav 6 mehên borî de 34 kes bi tohmeta bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber girtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)