CîhanEwropaNûçe

Aleksandr Vucic bû serokomarê nû yê Sirbistanê

Serokwezîrê Sirbistanê ku di heman demê de kandîdê serokomar bû di daxuyaniya xwe ya çapamenî de ragihand ku di hilbijartina serokomariyê qezenç kiriye.

Serokwezîrê Sirbistanê Aleksandr Vucic li Belgradê di axaftina xwe ya li navenda Partiya Pêşveçûn a Sirbî de ragihand ku ew pir kêfxweş e ku dengdêran bawerî pê aniye û dengê wan wergirtiye. Li gorî doneyên berdest, ji 3 milyon û 700 dengdêrên sirbî zêdetirî 2 milyon dengdêr dengê xwe dane Vucic.

Axaftina Serokwezîr Vucic tim bi sloxanên ‘serkeftin’, Vucic’ û Sirbistan hat birîn. Vucic got: “Serkeftina hilbijartinê gelekî zelal û eşkereye, tevahiya dengê ku 10 namzedan wergirtiye weke yê min nabin û 430 hezar dengê min ji yên hemûyan zêdetir in. Kampanyaya hilbijartinê bi zahmetî derbas bû. Îro ji bo me rojeke girîng e. Sirbistan wê bi hêztir bibe.”

Vucic di dirêjiya axaftina xwe de got: “Li herêmên ku boşnak û macar dijîn jî ez ji sondoqan yekemîn derketim. Ez tenê ne spasiya xelkê sirb spasiya boşnak û macaran jî dikim. Tekoşîna min wê ji bo hemû xelkên Sirbistanê wekhev be û ez ê rûmeta Sirbistanê li cihanê zêdetir bikim.”

Vucic ji sala 1992an ve yekemîn serokomar e ku di tura pêşî ya hilbijartinê de tê hilbijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu