ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Malikî: Erebistan dixwaze encamên hilbijartinên Iraqê biguherîne

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî dibêje, Erebistana Siûdiye dixwaze bi rêya piştgirîya ji hinek lîst û fraksyonên iraqî bi pere û medyayê encamên hilbijartinên Iraqê biguhere û tekez dike, lêbelê Siûdiye şaş dike û nikare wê yekê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Nûrî Malikî li hevpeyvîneke televîzyonî ragihand, lênihêrîna Siûdiyê li hember Iraqê nehatiye guhertin. Rîyaz di vê xeyala pûç da ye ku dikare bi rêya vekirina konsulxanê li Necef û Besrê û daxwaza hevdîtina digel berpirs û serokeşîrên iraqî dikare nifûzê li Iraqê bike.

Malikî amaje bi destwerdanên Siûdiyê li Iraqê dike û dibêje: “Erebistanê herwiha bandoreke zêde jî li ser hilbijartinan heye, bi rêya hevkarîkirina hinek fraksyonan bi pere û medyayê, lêbelê şaş difikire.”

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qannê herwiha dibêje: “Bexda pêşwazî li wê yekê dike, ku Siûdiye dest ji siyaseta tayifegerî û hevkarîya digel rêxistinên tundrew bikêşe.”

Biryar e hilbijartinên parlamentoya Iraqê di 12`ê Gulana îsal de bên lidarxistin. 27 hevalbendîyên hilbijartinan ku 143 partîyan digirin ber xwe, digel partî û kesayetîyên serbixwe yê li van hilbijartinan bikevin rikeberîyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu