CîhanEwropaMafên MirovanNûçe

Polîsê Parîsê li ser êlekzeran gazên rondikrêj bi kar anîn

Polîsê Parîsê îro şemiyê 21- 09- 2019an gazên rondikrêj bi kar anîn ji bo belavkirina xwepêşanderên dijî hikûmetê ku dixwazin tevgera êlekzeran vejînin bi riya xwepêşandanên dijî hikûmeta Serokê Fransayê Emmanuel Macron û nedadmendiya abûrî.

Di demekê de ku xwepêşanderên dijî hikûmetê daketin ser cadeyan, polîs ewlekariyeke tund li Parîsî sepand û bi awakî lezgîn bi gazên rondikrêj komên xwepêşanderan ji hev bela kirin.

 Piraniya xwepêşanderan êlekên zer li xwe nekiribûn. Polîsê Parîsê got herî kêm 106 kes hatin girtin û 1,249 vekolînên ewlekariyê bûn. Bêhtirî 100 kesî bi 135 Euroyan hatin cezakirin ji ber ku wan li navçeyên qedexe xwepêşandan kirin.

 Herwuha Polîslê Parîs got ti ziyan nehatin tomarkirin.

Desthilatdaran bêhtirî 7,000 endamên polîs li navenda Parêsê û herêma koşka serokatiyê belav kirin.

Başa dön tuşu