IraqNûçeRojhilatanavin

Hevpeymaniya herî mezin a Iraqê hat ragihandin

Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê encama hilbijartinên parlamentoyê pesend kir, Hevpeymaniyên Saîrûn, Hîkme, Nesir û Wetaniye, mezintirîn firaksyona Parlamentoya Iraqê ragihandin. Van aliyan herwiha biryar dan rê bidin tevlîbûna aliyên din jî.

Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr, beşek ji Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî, Tevgera Hîkme ya bi serokatiya Emmar Hekîm, hevpeymaniya Weteniye ya bi serokatiya Eyad Elawî şeva buhurî li Bexdayê civiyan û biryara pêkanîna hevpeymaniya herî mezin ragihandin.

Wan aliyan piştî civînê bi daxuyaniyeke hevpar eşkere kirin: “Me derbarê reşnivîsa pêkanîna hevpeymaniya herî mezin a parlamentoyê bi merema pêkanîna hikûmeta nû lihev kir. Herwiha biryar hatiye dayîn, ji bo beşdarbûna hevbeşên din jî rê vekirî be.”

Herwiha li Hewlêrê jî Bereya Wetenî, ku ji aliyên Sûnne pêk hatîye ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK), civiyan.

Piştî wê civînê, PDK, YNK û Bereya Wetanî ragihandin ku deriyên wan ji bo hemû aliyan vekiriye bi wî mercî ku bernameya wan a siyasî zelal be û pabendê sozên xwe bin.

Başa dön tuşu