CîhanEwropaNûçe

Polîsê Swêdê: Êrişkar alîgirê DAIŞ`ê bû

Hat ragihandin kesê ku li bajarê Stockholm ê Swêdê bi kemyonê êriş pêk aniye alîgirê rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞê ye.

Polîsê Swêdê di daxuyaniya xwe de ragihand ku êrişkarê Stockholmê ji bo destûra rûniştina dayîmî serî li saziya fermî dabû lê ev serlêdana wî nehatibû qebûlkirin.

Li gor zanyariyan êrşişkarê ozbekistanî li ser rûpela xwe ya Facebook`ê ji xeyrî ecibandina du fîlmên DAIŞ`ê, wêneyên êrişa terorî ya sala 2013`an li maratona Bostonê ku rêxistinê belav kirine ecibandine. Êrişkarê 39 salî ku ji Ozbekistanê ye navê wî nehatiye eşkerekirin.

Ji aliyê din ve kesên ku di êrişa terorî de canê xwe ji dest welatê wan hat eşkerekirin. Li gorî doneyên fermî di êrişê de ji 4 kesên ku canê xwe ji dest dan, 2 jê swêdî, yek belçîkî û yê din jî îngîlîz e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu