ÎranNûçeRojhilatanavin

Polîsekî Îranê di encama pevçûna bi qaçaxçiyên madên hişber re şehîd bû

Fermandetiya Hêzên Ewlehî û Polîs a Parêzgeha Esfehanê herwiha ragihand, Sitvan duyem Mehdî Cemşîdî berêvara duh li bajarê Şehreza bi qaçaxçiyên madên hişber re kete şer û pevçûnê ku di encamê de şehîd bû.

Di encama vê şer û pevçûnê de 2 hêzên polîs jî birîndar bûn  û du qaçaxçî jî hatin kuştin û erebeya wan jî hat zevtkirin.

Komara Îslamî ya Îranê ku li cîhanê li ser riya sereke ya qaçaxa madên hişber de ye zêde ji 3 hezar şehîd dane û pir pir zêde ji vê yekê jî birîndar dane. Di vê çarçovê de NY Îran wek alahilgirê xebata li dijî qaçaxa madên hişber û narkotîk bi nav kiriye.        

Başa dön tuşu