NûçeRojhilatanavinSûriye

Destpêbûna operasiyona nû ya artêşa Sûriyê dijî terorîstan li Xûta Rojhilatî

Artêşa Sûriyê û hêzên bereya berxwedanê ji îro sibê pilanekî nû ji operasiyona paqijkirina navça El-Qabûn û derûdora vê navçê ji destê terorîstan destpê kirin.

grûpên dine sûrî û hêzên berxwedanê herwisa avahiyên başûra rojhilata El-Qabûn ji destê terorîstan derxistin û dehan terorîst li vê navçê kuştin yan jî birîndar kirin.

Hêzên artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî herwisa hêz û qaweta xwe li navçên ku ji destê terorîstan hatiye derxistin zêde dikin.

Hêzên artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî herwisa 4 kîlomitr ji navçên Berze jî ji destê terorîstan derxistin.

Yekîneyên Artêşa  Sûriyê herwisa li bajarê Dêra zorê li rojhilata Sûriyê êrişî ser tankek û kamyoneke mazotê yên DAIŞ`ê kirin û ew bitûm îmhakirin û gelek terorîst jî kuştin.

Balafirên Sûriyê jî li gundên derdora bajarê Dêra Zorê êrişî ser pêgehên terorîstan kirin gelek ji wan kuştin û birîndarkirin û gelek ji wesayît û cebilxanên wan jî ji nav birin.

Herwiha di encama êrişa artêşa Sûriyê ser civîn û pêgehên terorîstan li rojhilat û bakûrê Humsê gelek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn û gelek ji çek û sîlahên wan jî ketin destê artêşa Sûriyê.

Herwiha hat ragihand ku artêşa Sûriyê duh li rojavayê vî welatî dest danî ser  kamyoneke tijî çek û sîlah ya Tirkiyê ku ji bo terorîstên DAIŞ`ê dihat şandin .Ev kamyona ku plaka Tirkiyê li ser wê bû  di encama kemîna artêşa Sûriyê de li devera Wadî El-Ezîb li bakûra parêzgeha Hemayê hat rawestandin. Artêşa Sûriyê heya niha gelek kamyonên sîlahan ku ji Tirkiyê derbasî nav Sûriyê bûne girtine û dest danîne ser wan.

Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedana gelanî herwiha li rojhilata Helebê Balafirgeha Leşkerî ya Cerah û kompaniya Avê ya Xefese li rojavayê çemê Firatê ji bin destê terorîstên DAIŞ`ê derxistin.

Li vê navberê de waliyê Humsê Telal Berazî li taxa Melebê kete ber êrişa roketan ku du parêzvanên wî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu