CîhanEwropaNûçe

Koreya Bakur: Ceribandinên me yên moşekan li dijî baregehên Amerîkayê bûn

Rêveberiya Pyongyangê daxuyand ku armanca ceribandinên wan ên moşekên balîstîkê ew e ku kabîliyeta êrîşa li dijî baregehên Amerîka yên li Japonyayê bi pêş bixe.

Koreya Bakur daxuyand ku armnaca ceribadinên wan ên moşekên balîstîkê ew bû ku kabîliyeta êrîşê ya li dijî baregehên Amerîka yên li Japonyayê bi pêş bixe.

Di nûçeya ajansa fermî ya Koreya Bakur, KCNAyê de hat gotin, “Ceribandinên moşekan, li dijî baregehên Amerîkaya êrîşkar û emperyalist ên li Japonyayê hatin kirin.” Di nûçeyê de hat diyar kirin ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ferman daye artêşê ku xwe wekî ‘hêza nukleerê ya pêbawer’ amade bike.

Hatibû diyarkirin ku Koreya Bakur serê sibeha duh 4 moşekên balîstîkê firandibû. Pentagonê ragihandibû ku moşekên ji rojavayê bakur ê Koreya Bakur hatine firandin, di Behra Japonyayê de nêzîkî hezar kîlomitroyan rê çûye.

Nehat daxuyandin ku di ceribanên moşekan ên duh de kîjan moşek hatine bikaranîn lê pisporên Amerîkayî difikirin ku di êrîşê de moşekên Scud ên ku bi qasî 965 kilomitroyan dikarin biçin, hatine bikaranîn.

Konseya Ewlehî ya NY ji sala 2006an û vir ve li dijî Koreya Bakur hinek mueyîdeyan pêk tîne. Konseyê ji ber xebatên nukleerê yên Koreya Bakur ceribandina moşekan li wî welatî qedexe kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu