ÎranNûçeRojhilatanavin

Amolî-Larîcanî: Îran li hemberî boykotên vê dawîyê yên Amerîkayê bêdeng namîne

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê got: Boykotkirina serokê dezgeha dadwerîya welatekî, binpêkirina hemî xetên sor ên navnetewî ye û divê Amerîka bizane ku Komara Islamî ya Îranê li hemberî vê yekê bideng namîne.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî îro li civîna digel berpirsên bilepilnd ên dadwerîyê li Têhranê, berfirekirina xelaka boykotêan bi hecetên curbicur ji wan kiryarên çavsorane yên Amerîkayê zanî û got: Amerîka divê bizane ku her kiryara bikîn a li hemberî Îranê, yê bertekeke guncav ji alîyê Têhranê ve hebe.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê, gotinên vê dawîyê yên Donald Trump serokomarê Amerîkayê, dewama bêsozî û kîna li dijî Komara Islamî ya Îranê meseleyeke dubarebûyî zanî û got: Amerîka eva 40 sal in dijminê Îranê ye û di van salên dawîyê de jî bi hegera pêşketina Komara Islamî ya Îranê û rola wê li navçê, gef û zextên bikîn ên Amerîkayê zêde bûne.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî herwiha bal kişand ser hewildanên Amerîkayê ji bo gihertina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û pêgirî kir: Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê nayê guhertin û tu welatek nikare vê rêketinamê bi meseleyên din ji wan bi mijara şîyana berevanîya Îranê ve girêde.

Serokomarê Amerîkayê înîyê şevê (12 Çile) hevgavê dirêjkirina dema rawestandina boykotên navokî li dijî Îranê, navê 14 kes û sazîyên îranî bi heceta bernama mûşekî û mafê mirovan xist lîsteya xwe ya boykotan.

Donald Trump herwiha 4 mercên “guhertina hin xalên rêketinama navokî“, “lêgerîna li navendên leşkerî“, bisînorkirinên têkildarî rêketinama navokî û boykotan“ û “lawazkirina şîyana mûşekî ya Îranê“ ji bo dewama cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji hêla Amerîkayê ve kifş kirine.

Başa dön tuşu