EwropaNûçe

Parêzbendiya parlemantarê Katalanî hat rakirin

Parlemana Îspanyayê biryara rakirina parêzbendiya parlemantarê serxwebûnxwaz ê Katalanyayê pesend kir.

Parlemana Îspanyayê parêzbendiya parlemantarê Katalanî Francesc Homs rakir bi hinceta ku erka xwe bi nebaşî bikar anîye û guh nedaye biryarên Dadgeha Destûrî.

Parlemana Îspanyayê di danişîneke taybet de biryara rakirina parêzbendiya Homs bi 248 dengên erê û 91 dengên nayê pesend kir.

Siyasetmedarê Katalanî Homs hem berdevkê Partiya Demokrat a Katalan (PDECAT) e hem jî Cîgirê Serokê Hikûmeta Katalanyayê ye û bi xebatên xwe yên alîgiriya serxwebûna Katalanyayê tê naskirin. Tevî Francesc Homs ji bo 5 siyasetmedarên Katalanî prosesa dadgehkirinê berdewam dike û herî dawî ji aliyê Dadgeha Bilind a Îspanî ve hatiye xwestin ku Serokê Parlemana Katalonyayê Carme Forcadell îfadeya xwe bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu