İslami Davet Kurdi Bange İslami

Pompeo: Amerîka zexta herî zêde ser Îranê berdewam dike

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo duh cardin boxtan û îdiayên xwe li dijî Komara Îslamî ya Îranê dubare kirin û xwest ku bila zexta herî zêde ser Îranê berdewam bike.

Li gor IRNA, Pompeo li axivtina xwe ya li zanîngeha eyaleta Tekzasê ya A&M, cardin Komara Îslamî ya Îranê piştgirê terorîsmê û pêngavên xirabkarî û xopankariyê li navçê û cîhanê da zanîn û got: Waşîngton siyaseta xwe ya bikaranîna zext û zora herî zêde ser Îranê berdewam dike da ku Tehran neçar bibe dev ji kiryar û siyasetên xwe berde.

Pompeo berî vê yekê jî hevrê bi serokomarê Amerîkayê Donald Trump re Komara Îslamî ya Îranê wek piştgirê sereke yê terorîsmê dabû nasandin .

Exit mobile version