EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Pompeo çû Efganistanê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê şeva buhurî nişkêve gihîşt paytexta Efganistanê şarê Kabolê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Kabolê bi Serokomarê Efganistanê Eşref Xenî ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Pompeo û Xenî di vê hevdîtinê de derbarê muzakirên aştîya Amerîkayê û Talibanê û rewşa ewlehîya Efganistanê berî hilbijartinên serokomarîya vî welatî de gotûbêj kirine.

Pompeo ji Imaratê bera xwe dabû Efganistanê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê piştî seredana Efganistanê di nava nerazîbûna gel da derbasî Hindê bû.

Bi hezaran kes ji gelê Hindê bi nîşana nerazîbûna himberî seredana Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo xwenîşandanek li Dêhlîya Nû lidar xistin.

Gelê Hindê di wê xwenîşandanê da sîyasetên bikîn ên Amerîkayê dijî Kûba, Venezuela, Sûrîye, Yemen, Filistîn û Komara Islamî ya Îranê şermezar kirin.

Xwenîşanderên hindî herwiha ji Serokwezîrê Hindê Narindra Modî xwestin ku himberî zextên Aemrîkayê teslîm nebe.

Başa dön tuşu