ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Wajokirina hevhatinnama hevkariyê navbera wezîrên berevaniyê yên Îran û Pakistanê

Wezîrên berevaniyê yên Îran Pakistanê roja çarşemiyê li Têhranê, hevhatinama hevkariyê wajo kirin.

 Emîrê sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê berevaniyê yê Îranê piştî wajokirina vê  hevahtinnamê nav koma nûçegîhan, bal kişand ser vê yekê ku  piraniya pisrgirêkên îro yên navçê encama siyasetên şaşa ên qawetên  dervey navçê ne û got: Welatên navçê ji bo çareseriya vê meselê, neçar in  hevkariyên xwe berfireh bikin.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha  bal kişand ser peywendiyên baş navbera Têhran û Îslamabadê û got: Hevakriyên  berevaniyê û eskeriyê yên  her duwelatan alîkariya aramî û wlehiya  navçê dike û ev hevhatinnameya  nîşana  viyana  Îran û Pakistanê ji bo berfirehkirina  pewyendiyên li warê  berevaniyê ye.

Sertîp Hatemî bal kişand ser komîsyona hevpar a Wezareta berevaniyê ya Îran û wezareta berevaniyê ya Pakistanê û ser çalaktirbûna  vê komîsyonê teqez kir.

Rana  Tenwîr Huseyn, wezîrê  berevanîyê yê Pakistanê jî piştî wajokirina vê hevhatinnameyê, bal kişand ser vê yekê ku  xalên hevpar ên  olî û çandî yên zav navbera  her du  welatan  hene û diyar kir: Pakistan, pir hez dike  hevkariyên xwe bi Îranê re berfireh bike.

Wî tevî vexwendina  wezîrê berevaniyê yê Îranê bo sefera Pakistanê, hêvî kir:  Nearamiyên  heyî li hin welatên  navçê werin çareserkirin.

Rana  Tenwîr Huseyn, ser deweta fermî a wezîrê berevaniyê yê Hêzên Çekdar ên Îranê roja duşemiyê bi taximeke  pilebilind re gihêşt Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu