CîhanNûçeRojhilatanavin

Mossad pêşengê têrorê li cîhanê ye

Rojnameya Daily Mailê bi raporekê nivîsî: Servîsa sîxoriyê ya Mossadê bûye pêşengê têrorê li dinyayê

Rojnameya Daily Mailê li raporekê nivîsî: Rêjîma Siyonîst tenê di heyama 10 salên bihurî da 800 operasiyonên têrorê pêk anîne ku di encamê da bi hezaran kesî hatine kuştinê.

Li gorî vê raporê, Hêzên Mossadê piştî şerê duyem ê cîhanî zêdetir ji rêxistinên sîxoriyê yên her welatekî mirov kuştine.

Daily Mailê nivîsî: Rêjîma Siyonîst niha bûye pêşengê têrorê li cîhanê. hejamrên ku li vir hene bêmînak in. mijar ev e ku sîxorên Mossadê ne tenê  zêdetir ji rêxistinên sîxoriyê yên tevahiya welatan ji dema şerê duyem ê cîhanê têror pêk anêîne, belkî niha leza vî karî zêdetir bûye.

Daily Mailê her wiha bal kişand eser operasiyona têrorîstî ya Mossadê di roja 10 Çiley 1978an û nivîs: Ajanên Mossadê bi hevîrê firçeya diranan ku bi jehrekî kujer hatibû werdanê, filistîniyek şehîd kirin.

Rêxsitina bednav a sîxoriyê ya Mossadê berbihuriyek dûr û dirêj li warê têrorê û piştevaniya ji komên têrorîst heye.

Başa dön tuşu