CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Pompêo li Ummanê yê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mayk Pompêo di dewama sefera xwe ya navçeyî bo Rojhilata Navînê, Duşemiyê bi şev bi Qabûs bin Seîd paşayê Omanê li Msqetê derbarê mijarên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Omanê, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê û Paşayê Omanê li hevdîtina Duşemiyê bi şev ku wezîrê karên derve yê vî welatî û balyozê Amerîkayê li Mesqetê jî hebûn, derbarê dawîn alûgorên Rojhilata Navînê bi taybet riyên çareserkirina nakokiyênn pêkhatî navbera Qeter û hin welatên ereb ên navçeyê gotûbêj kirin.

Ajansa nûçeyan a Omanê hûrgilliyên zêdetir ji gotûbêjên Pompêo û Siltan Qabûs ranegihand.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê beriya vêya dil hebû sefera Kuweytê jî bike, lê ev sefer cih nehat.

Pêmpêo sefera xwe ya navçeyî heftiya bihurî dest pê kir û di hebû li vê seferê bi rayedarên welatên ereb ra derbarê nakokiyên pêkhatî navbera Qeterê û Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê gotûbêj bike, lê mêdyayêîn welatên rojavayî qala serneketina van hewildanan kir.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê pêştir bi rêzê sefera Urdin, Misr, Iraq, Behrêyn, Imarat û Qeterê kiribû.

Başa dön tuşu