ÎranNûçeRojhilatanavin

Press konferansa hevpar a serokkomarên Îran û Fenlandê

Serokkomarên Îran û Fenlandê ser îrada Têhran û Hêlsînkiyê bo berfirehkirina hevkariyên dualî, navçeyî û navnetewî sekinîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Piştî pêşwaziya fermî ya Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li civîna rojnamevanîyê ya hevpar ya îro çarşemê tev Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê li Têhranê got: Li gorî belgeyên ku li babetên abûrî, enirjî, IT û yên dinê di navbera Îran û Fenlandê da îmza bûn peywendiyên navbera Têhran -Hêlsînkiyê dê berfireh bibin.

Hesen Ruhanî bal kişande ser zirûfên heyî bona berfirehbûna hevkariyên curbicur di navbera du welatên Îran û Fenlandê û destnîşan kir; Hebûna zirûfên zav li warê tiranzît, senet, êkosîstem, meden û daristanan dikare zemînê jibo berfirehbûna hevkariyên navbera du welatan amade bike.

Ruhanî bal kişande ser biryara Têhran û Hêlsînkiyê bona hilanîna berbendên ser riya hevkariyên bankî di navbera Îran û Fenlandê û destnîşan kir; Herwisa zemîne ji bo berfirehkirina hevkariyên zanistî, zanîngehî û IT`yê di navbera du welatan da heye.

Serokkomarê Îranê destnîşan kir; Li gotûbêja îro tev serokkomarê Fenlandê ji hevkariyên Îranê û Yeketiya Ewrûpayê li babeta mafê welatîbûnê, xebata dijî madên narkotîk, berevaniya ji mafê mirov, xebata dijî reftarên fanatîk û terorîzmê bitaybet li welatên wekî Iraq, Sûriye, Yemen û Lîbiyê pêşwazî hate kirin.

Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê jî li vê press konferansa xwe ya tev Hesen Ruhanî got: Îran û Fenlandê li pêşerojê dikarin hevkariyên xwe berfireh bikin û bê şik rêketina navokî ya dinavbera Îran û grûpa 5+1 babetekî herî başe ji bo serê xwe girtina vê siyaseta berfirehbûna hevkariya navbera du welatan.

Wî bal kişande ser rezamendiya taxima abûrî-tecarî ya ku tev wî seredana Îranê kirine û ragihand; Du welatan xêr û qazancên hevpar bitaybet li babetên enirjî, IT û teknolojiyên nû û paqij û heta cengeldariyê hene û dikarin li van babetan hevkariyên xwe berfireh bikin.

Sauli Nînîste  herwisa got: Bona jinavbirina reftarên fanatîk û terorîzmê li Rojhilata Navîn pêwîst e hemû welatên cîhanê alîkariyê bidin hevdu.

Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê bal kişande ser hebûna zêde ji 3 milyon penaberên efxanî li Îranê û got: Hevkariya di navbera Îranê Yeketiya Ewrûpayê li vê barê gellek girîng e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu