ÎranNûçeRojhilatanavin

Programên roja 12`ê Behmenê, salroja hatina îmam Xumêynî (RE) ya Îranê

Serokê civata hevdengkirina teblîxata islamî ya parêzgeha Têhranê dema şirovekirina programên roja 12`ê Behmenê got ku merasima fermî ya roja 12`ê Behmenê û cejnên dehika Fecrê ango dehika serketina Inqilaba Islamî ya Îranê yê sibê hevgavê dema dîrokî ya hatina hezretê îmam Xumêynî (RE) bo Têhranê destpê bibin.

Hucet ul islam Seyîd Mohsin Mehmûdî serokê civata hevdengkirina teblîxata islamî ya parêzgeha Têhranê îro li civîneke rojnamevanîyê herwiha got: Merasima fermî ya roja 12`ê Behmenê yê bi amadebûna çîn û qatên gel, mlbatên qedirgiasn ên şehîd û fidakaran, berpirsên serbazî û îdarî yên welêt li tirba paqij a xîmdarê Komara Islamî ya Îranê bê lidarxistinê.

Hucet ul islam Mehmûdî herwiha got: Programa sembolîk a dengê hatina balafirê û tiketika sietê û demhejmartina gel,banka tekbîrê, sirûdxwendina xwendekarabn, xwendina peyama malbatên ezîz ên şehîdan ji programên roja 12`ê Behmenê ne.

Hucet ul islam Mehmûdî herwiha got: Roja sêşemê yê herwiha hin program li cihê rûniştina hezretê îmam Xumêynî (RE) li goristana Bêhêştê Zehrayê (S), balafirgeha Mêhrabad, rêzbûna matorsiwaran li dirêjahîya rêka hereketa îmam Xumêynî (RE) ji balafirgeha Mêhrabadê heta Bêhêştê Zehrayê (S), gulbarandina bi helekopteran ser rêya hereketa îmam Xumêynî (RE) bên lidarxist8inê.

Serokê civata hevdengkirina teblîxata islamî ya parêzgeha Têhranê herwiha got: Lêdana zingila kilîse û medreseyan, programên curbicur ên çandî, hunerî, werzişî û axavtinên li mizgevtan û warên pîroz ji wan programên herîgirîng ên dehika Fecrê ne.

Sibê sêşem 12`ê Behmenê hevgavê 31`ê Çile salroja vegera hezretê îmam Xumêynî (RE) bo Îranê û destpêka dehika bimbarek a Fecrê ango dehika serketina Inqilaba Islamî ya Îranê ye.

Ji roja 12`ê Behmenê ango roja hatina îmam Xumêynî (RE) heta 22`yê Behmenê ku roja serketina Inqilaba islamî ya Îranê ye, Dehika Fecrê hatîye binavkirinê û her sal di vê heyamê da cejn û merasimên taybet tên lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu