NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên sûrî li Quneytereyê çek û dermanên çêkirî ji aliyê Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê ditin

Hêzên sûrî ji riya hevkariya bi Komîteya Aştiya Neteweyî û rûniştiyên Quneytereyê li başûrê rojavaya Sûriyê û li bilindahiyên Golanê ev çek û dermanên çêkirî ji aliyê Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê va li çend gundên azadkirî li vê navçeyê desteser kriin.

Mûşekên amerîkî yên TAW, firokeyên bêfirokevan, cûreyên alavên şêrr û erebeyên sivik û giran ji van amûran e.

Roja 19ê Tebaxa îsal  li pey lihevhatinekê li Quneytereyê derbarê derketina têrorîstên ku dil hene bi dewleta Sûriyê ra aştiyê bikin û çûyîna bo Idlibê û biserûberkirina rewşa kesên ku dil hene li navçeyên xwe bimînin, hin dever ji destê têrorîstan hatin azadkirin.

Artêşa Sûriyê destpêka meha Hezîranê kontrola derbasgeha Quneytereyê ku girîngiyeka stratijîk hene bi dest xist.

Başa dön tuşu