Protestokirina rewşa xirab a xweyîkirina Nebîl Receb di zindanê de
Navenda mafên mirovan a Behreynê rewşa xirab a xweyîkirina Nebîl Receb, serokê vê navendê di zindana Rejîam Alê Xelîfe protesto kir.
Navenda mafên mirovan a Behreynê li raporekê cinayetên Rejîma Alê Xelîfe li dijî xelkê vî welatî şermezar kirin û ragihand: Nebîl Receb , serokê vê navendê di rewşeke xirab de li zindana Alê Xelîfe de tê xweyîkirin ku dewama vê rewşê meriv nigeran dike .
Li vê barê, hin çavkaniyên nûçan ragihandin rewşa fîzîkî ya Receb baş nîne.
Nebîl Receb bi tawana weşandina peyamê li twîtera xwe li bara işkenca li zindana El-Coyê û êrişa Rejîma siûdî ser Yemenê hatiye hewskirin.
Behreyn ji 14 Sibata sala 2011`an şehedê serhildana gelanî ya li dijî Rejîma Alê Xelîfe ye .
Gelê Behreynê azadî, damezrandina edalet û rakirina duberekî û bidesthilatbûna nizameke bijartî li welatê xwe daxwaz dikin.
Rejîma Alê Xelîfe bo rayedarên dijberên siyasî bi tawanên curbicur hewsa demdirêj li zindanê an hewsa li malê dibrin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)