AsyaCîhanNûçe

Protestoyên li Gurcistanê didomin

Hefteya borî li Tîflîsa paytextê Gurcistanê civîna 26emîn Asambleya Giştî ya Navbeyna Parlamentoyên Ortodoks hat lidarxistin û ji ber ku parlamenterekî Ûris jî beşdarî civînê bû, wek bertek protstoyan dest pê kir û di roja 6em da jî dewam kir.

Xwepêşandêr ber bi êvarê cardin li hemberî avahiya parlamentoyê civiyan û ji ber ku hêzên ewlehiyê di 21ê hezîranê da li Tiflîsê di belakirina xwepêşandêran da gelek kes birîndar kirin, Wezîrê Karên Navxweyî wek berpirsiyar dibînin û cardin îstifaya wî xwestin.

Xwepêşandêran xwest ku xwepêşandêrên ku di 21ê hezîranê da hatin girtin, werin berdan û paşê sirûda neteweyî ya Gurcistanê xwend û bela bûn. Gotin ku ew ê sibê dîsa bicivin.

Ji ber ku hat fêmkirin protesto wê dewam bikin, Arçil Talakvadzeyê (36) pêşengê partiya Xeyala Gurciyan a îqtidar, şûna İrakli Kobakhidzeyê Serokê Meclisê ku di 21ê hezîranê da îstifa kir, wek serokê nû hat hilbijartin.

Her wiha hikûmeta Gurcistanê duh guhertina pergala hilbijartina parlamentoyê ku di xwepêşandanan da yek ji daxwazên xwepêşandêran e, qebûl kir.

Li ser van yekan Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn jî piştî ku li Gurcistanê dijî welatê wî protesto hatin kirin, biryarnameyek weşand ku seferên şirketên rêhewaya Ûris ên diçin Gurcistanê ji bo demekê qedexe kir.

Başa dön tuşu