IraqNûçeRojhilatanavin

300 jinên hemwelatî yên Tirkiyeyê yên bi DAIŞiyan re zewicî dê werin dersînorkirin

Rayedarên Iraqî yên ku ji bo AFPê peyivîn ragihand ku 300 hevjîn û zarokên cîhadîst ên li Mûsilê hatine girtin, ‘ji bo welatên wan werin şandin’ transfere Bexdayê hatine kirin.

Cîgirê Serokê Konseya Herêma Neynowayê Nûredîn Kablan di daxuyaniya xwe de got, “Ev pêla duyem a dersînorkirinê ye. Piştî vê yeke 2 an 3 pêlên din wê werin.”

Kablan diyar kir ku zêdetirî hezar û 200 endamên malbat ên cîhadîstan dê ji navenda desteserkirinê ya li Til Keîfê ji bo navendeke li Bexdayê werin şandin. Rayedarekî Iraqî jî ji bo AFPê eşkere kiribû ku 300 kesên ji van hemwelatiyên Tirkiyeyê ne.

Bajarê Mûsilê, ku bajarê duyem ê Iraqê ye, di sala 2014an de ketibû destê DAIŞê û di meha Tîrmeha îsal de hatibû rizgarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu