IraqNûçeRojhilatanavin
Pûçkirina pilana terorîstên DAIŞ`ê

Bingehên iraqî ragihandin ku terorîstên DAIŞ`ê dixwestine boriya veguhestina nifta xav a parêzgeha Kerkûkê bi palîngeha Bîciyê li parêzgeha Selahedînê biteqînin ku ev pilana wan hate pûçkirin.
Hatiye ragihandin ku hêzên Heşda Şeibî şeva bihurî karîn pilana terorîstên DAIŞ`ê bona teqandina boriya veguhestina nifta xav a parêzgeha Kerkûkê bi palîngeha Bîciyê li parêzgeha Selahedînê bigrin.
Bingehên iraqî ragihandine ku terorîstên DAIŞ`ê 20 bombe li bin vê boriyê danîbûne û dixwestin boriyê biteqînin ku hêzên Heşda Şeibî û hêzên ewlehiya Iraqê bi vê pilana wan hesiyan û hemû bombe pûç kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)