ÎranNûçeRojhilatanavin

Pûrdestan: DAIŞ nikare ser me da bigire

Fermadarê hêza bejahiya artêşa Komara Islamî ya Îranê amadetiya şervaniyê ya hêzên artêşê ji bo parastina sînorên Îrana islamî herî baş da zanîn.

Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan, fermandarê hêza bejahiyê ya artêşa Komara Islamî ya Îranê roja pêncşemiyê, 19`ê Gulana 2016`an, li nav kedkarên serbazxaneya serleşker şehîd Hoşeng Esedullahpûr li bajarê Gunbed Kavûsê got: Artêşa Komara Islamî ya Îranê li pêspartiyên xwe sê babet û stratijî ji bo parastin û xurtkirina amadetiya şervaniyê ya hêzên xwe xistine rojeva xwe.

Wî hînkirina têorî û pratîkî ya hêzên leşkerî, nûjenkirina çek, rext û taktîkên leşkerî û xurtkirina binyatên baweriyê yên kedkarên erkdar wek sê stratijiyên artêşa Komara Islamî ya Îranê ji bo xurtkirina amadetiya şervaniyê van hêzana da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu