AsyaNûçeZanîstî

Qabsula feza ya Çînê ceribandina xwe temam kir

Hat ragihandin ku li Çîne ji bo fealiyetên jiyana di nava qabsulê were domandin xebatên lêkolînên fezayê bi dawî bûn.

4 kesên ku di qabsula feza ya bajarê Şincina başûrê Çînê ku hatibûn girtin, piştî ceribandina cebata 6 mehan di 25 cureyan de nebat gihandin û ceribandina 635 ekîbmana teknolojîk pêk hat.

4 kesên ku di qabsula girtî de man, ji xeyrî pêwistiya wan a av û oksîjenê ji bo vegerîna qismek zad xebat hat kirin. Herwiha ceribandinên paqijî, xew, xwarin û xebatên nava qabsulê bi serkeftî pêk hatin. Navenda Astronot a Çînê di Gulana sala borî de ji bo kesên xwebexş ên nava qabsula fezayê îlan dabû û 2 hezar û 110 kesan ji bo xwebexşiyê serî li îlanê dabû. Ji nava wan yek jê jin 4 kes hatibûn hilbijartin. Rêvebiriya Pekînê, di salên dawî de lez daye xebatên fezayê û li gorî planan dixwaze hetanî sala 2020an 3 îstasyonên fezayê ku ji qabsulan pêk tê ava bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu