AsyaNûçeRojhilatanavin

Qadîrov ji Tirkiyeyê daxwaza îadekirina 3 milîtanên çeçen kir

Serokê Komara Çeçenîstanê ku bi Federasyona Rûsyayê ve girêdayî ye Remezan Qadîrov ji Tirkiyeyê daxwaza îadekirina hersê Mahran Saidov, Aslanbek Vadalov û Tarhan Gaziyev milîtanên çeçenî kir. Qadîrov bangî Erdogan kir ku ev 3 milîtan li Çeçenistanê tevlî karên terorî bûne û em daxwaza îadekirinê dikin.

Remezan Qadîrov di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ew hersê terorîstên navdar li Çeçenistanê tevlî karên terorî bûne. Her yek ji wan tevlî karê kuştina leşker, polês, sivîl û êrişên bombeyi bûne û di destê me de agahiyên bi ewle hene. Ev hemû qetil jî bi zilmeke mezin kirin.” Qadîrov di dirêjiya axaftina xwe de got: “Li zanyariyên ewlehî Aslanbek Vadalov tevlî kuştina 10 polês, 3 sivîl û şewitandina gelek mal û avahiyan bûye. Tarhan Gaziyev jî li gundê Bugaroyê welatiyekî 82 salî yê bi navê Humid Vismatov kuşt û bi Arbi Barayev Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Valentîn Vlasov revand. Li Guhoyê polêsek kuşt û 4 jî birîndar kirin, li Alhazurovoyê jî 7 polês kuştin. Mahran Saidov jî zêdetirî 20 kesan kuştiye û tevlî gelek karên bêqanûnî bûye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu