PJAKê duhî li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê êrişî leşkerên Îranê kiribû û di encama êrişê de 2 leşker hatibûn kuştin û 7 leşker jî birîndar bibûn. Îran ji êrişê Tirkiyeyê berpirsyar girt.
Fermandarê Muhafizên Sînor ê Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Îranê General Qasim Rizayî ji bo kuştina 2 leşker birîndarbûna 7 leşkeran a êrişa PJAKê bertekên tund nişandan û ragihand ku ew ê bersivê bidin.
Qasim Rizayî di axaftina xwe de got: “Eseh em ê bersiveke tund bidin vê çalakiyê. Em ji vê bûyerê Tirkiyeyê berpirsyar dibînin. Em bi kanalên dîplomatîk jî vê mijarê dişopînin û ji bo vê gavên pêwist me avêtine.”
Li gorî îdîayan şevê din li nêzî sînorê Colemêrgê yê Tirkiyeyê çekdarên PJAKê êrişî hêzên ewlehî yên Îranê kirin û di êrişê de du serbazên leşkerî hatin kuştin û 7 leşkerên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)