ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Qasim Silêmanî daxwazeke girîng ji Heyder Ebadî kiriye

Hat ragihandin ku fermandarê hêza Quds a pasdaran Qasim Silêmanî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kir ku hilbijartinan bi paş bixe.

Li gorî raporta rojnameya Ukaz a Erebîstana Siûdî, fermandarên hêza Quds a pasdaran Qasim Silêmanî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kir ku hilbijartinan bi paş bixe û li ser vê li hev kirin.

Rojnameya Ukaz a Erebîstana Siûdî di raporta xwe de ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û fermandarê hêza Quds a pasdarên Îranê Qasim Silêmanî li Bexdayê civiyane û li ser paşxistina hilbijartinên Iraqê, ku tê gotin meha Gulana 2018an dê were kirin li hev kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu