ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasim Silêmanî: Destpêbûna şer karê Amerîkayê ye û dawîya şerê ku Amerîka destpê bike jî yê di destê Îranê de be

Fermandeyê Hêza Qudis a Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî bal kişand ser gefên vê dawîyê yên Donald Trump serokomarê Amerîkayê yên li dijî Komara Islamî ya Îranê û got: Destpêbûna şerê bi Îranê re bi wateya jinavçûna hemî imkanên Amerîkayê ye û dawîya şerê ku Amerîka destpê bike jî yê di destê Îranê de be.

General Qasim Silêmanî îro li merasimekê li şarê Hemedan (li rojavaya Îranê) bal kişand ser peyama tiwwîterî ya vê dawîyê ya serokomarê Amerîkayê ku gef li Îranê kiribû ku dê bertekeke tund li hemberî Têhranê nîşan bide û got: Ne hêjayî serokomarê Îranê ye ku bersiva Trump ku edebîyata qumarxane û kazînoyan bi kar tîne, bide.

Fermandeyê Hêza Qudis a Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ji serokomarê Amerîkayê re got: Gelo tu bi kiryara ku li cîhanê neqewimîye, gefan li Îranê dikî, li halekî ku divê tu ji fermandeyên leşkerî, sîyasetvan û serokên sazîyên ewlehîyê yên welatê xwe bipirsî ka di çend dehsalîyên buhurî de karîne çi bikin.

General Silêmanî bal kişand ser cinayetên Amerîkayê li Efganistanê û got: Amerîkayê bi 110 hezar leşker, bi hezaran tank û panzêr, imkanên leşkerî, bi sedan balafirên cengê û helekoptêrên pêşketî êrişî Talibanê wekî komeke bi imkanên kêm kir, nekarî karekî bike.

Wî bal kişand ser daxwaza yek ji fermandeyên Amerîkayê ji bo mecalxwestin û sûdwergirtina ji hejmonîya Îranê di sala 2011`ê de ji bo vekişîna hêzên amerîkî ji Iraqê û got: Amerîkîyan cinayetên herî hovane ku di sedsalên navîn de jî nehatine kirinê, li Iraqê kirin û bi tankan ketin malên xelkê û pê li malbatan kirin û bûyera li zîndana Ebû Xureybê qewimandin ku heta hetayîyê dê ji bo wan eyb û rûreşî be.

Fermandeyê Hêza Qudis a Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî bal kişand ser işkestên Amerîkayê di warê piştgirîya ji Rêjîma Sîyonîst di şerê 33 rojî yê li hemberî Hizbulaha Libnanê û destpêbûna şerê Yemenê bi palpiştîya 2 hezar milyard dolarî û hevrêtîya Erebistan û Imaratê û pêgirî kir: Amerîka li halekî gefan li Îranê dike ku bi karên xwe ewlehîya Deryaya Sor têk bir û Erebistan ku bi salan welatekî ewleh bû, roja îro xistîye bin êgir da.

General Silêmanî herwiha xitabî serokomarê Amerîkayê pêgirî kir: Hêza Qudis a Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî bi tena serê xwe dikare li ber we bisekine û pêwîst nake hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê derbasî meydanê bibin. Wî herwiha got: Li her dera ku tu fikir nakî, em lê hene, ji ber ku îranî gelê şehîdbûnê ne û bûyerên dijwar derbas kirine.

Başa dön tuşu