NûçeRojhilatanavinSûriye

Navenda dîrokî ya Helebê bi temamî kete destê artêşa Sûriyeyê

Li gorî zanyariyên berdest, navenda dîrokî ya Helebê kete destê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û milîtanên li herêmê hemû bi aliyê başûr ve reviyane.

Li gorî zanyariyên berdest, navenda dîrokî ya Helebê kete destê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û milîtanên li herêmê hemû bi aliyê başûr ve reviyane.

Endamekî hêza Arteş got: “Tevahiya grûbên çekdar ji herêma navenda dîrokî ya Helebê hat qewirandin. Dijmin têj çû û hemû terorîst ber bi çeperên xwe yên başûr ve reviyan.” Di van mehên dawî de li Helebê di navbera artêşa Sûriye û milîtanên terorîst de şer û pevçûneke dijwar diqewime. Rojhilatê bajêr ji terefê artêşa Sûriyeyê ve hate dorpêçkirin.
Artêşa Sûriyeyê ji roja sêşemê pê ve li herêma Heleba kevn bipêş ve çû. Li gorî çapemeniya herêmî artêşa Sûriyeyê li beşa rojhilatê Helebê ji sedî 65an zêdetir herêm xistiye bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu