FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Qasim Silêmanî: Piştî serketina Şoreşa Islamî ya Îranê hereketên islamî li cîhanê pêk hatin û serketina berxwedana islamî li Filistînê hasil bû

Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Hevdîtina Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed digel rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî cejna serketinê bû.

Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed yekem car piştî qeyran û şerê heştsalî yê li welatê wî roja duşem 25`ê Sibatê seredana Têhranê kir û bi rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî hazretê ayetullah Xaminêyî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Serdar Qasim Silêmanî şeva buhurî li Konfiransa Erkên Navendên Zanistên Dînî û Pêngava Duyem a Inqilaba Islamî li Qumê (li başûra Têhranê) herwiha got: Piştî serketina Şoreşa Islamî ya Îranê hereketên islamî li cîhanê pêk hatin û serketina berxwedana islamî li Filistînê hasil bû, di halekî da ku Sîyonîstan hemî çekên xwe bikar anîn.

Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê amajeyî işkesta Amerîkayê li Iraqê jî kir û got: Amerîkayê 7 Tirilyon Dolar li Rojhilata Navînê xerc kir lê, Serokomarê wî welatî divê şevê û bidizîve seredana Iraqê bike û ew 150 hezar leşkerên amerîkî ku derbasî Iraqê bûn, bêyî hereketeke islamî ji Iraqê dernakevin.

Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê herwiha bi gotina vê yekê ku Komara Islamî hêz û iqtidar da Îran, pêgirî kir: Erebistanê hezar milyar Dolar zimhêr kirîye lê, ne xwedîyê iqtidarê ye, her qawetek nabe iqtidar, iqtidara Îranê ji ber vînê û hebûna mirovên fidakar e.

Başa dön tuşu