Parlementerkî Iraqê aşkere dike, Fermandarê Artêşa Qudis ya Pasdarê Îranî Qasim Suleymanî bo agahdarbûna li rewşa Mûsil gihêştiye Parêzgeha Neynewayê.
Li gor rojnameya “Şerq El-Ewset” belav kiriye, parlementerekî parêzgeha Diyala ragihand, Fermandarê Artêşa Qudis ya Pasdarê Îranî Qasim Suleymanî li xala sînorî Monzeriye ligel şandekê ku ji Pasdarên Îranê hatine nava Iraqê û rasterast berve Kerkûkê çûne, ji Kerkûkê jî berve parêzgeha Neynewayê çûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)