ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Amerîka di encama zêdexwaziyan da roj bi rojê tenêtir dibe

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Dewleta Amerîkayê di encama zêdexwazî û liv û tevgerên bi zorbêjî li hemberî welatên din, roj bi rojê tenêtir dibe.

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî Çarşemiyê bi şev wek berteka li hemberî gotinên Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Amerîkayk li civîna bi navê “Yekîtiya dijî Îranê” û weşandina raporekê derbarê kiryar û çalakiyên Komara Îslamî ya Îranê li navçeyê, got: “Cîhan û welatên serbixwe bibiryar in ku vîn û iradeya xwe li ser esasa rêzgirtina li lihevkirinên navneteweyî, rêzgirtina li mafên navneteweyî û rêzgirtina li berpirsiyariyên dewleta li çarçova parastin û cihanîna Lihevkirina Atomî nîşan bidin”.

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Îdiayên ku li gotin û rapora wezîrê karên derve yê Amerîakyê li dijî Komara Îslamî ya Îranê hatine hilêxitin tiştekî teze têda tunebû û dubarekirina heman tiştan bû ku dewletên cûrbicûr ên vî welatî ev çil sal in bi ziman û gotinên cûrbicûr hilêxistine”.

Qasimî got: “Ya girîng ev e ku Komara Îslamî ya Îranê tevî hebûna hemî dijminatî û komployên Amerîkayê her rojê bihêztir û aramtir ji berê, hemî derfet û şiyanên xwe ji bo dabînkirina berjewendîyên welat û gelê Îranê bi kar tîne”.

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Komara Îslamî ya Îranê tu wextî hêz, şiyan û berevaniya ji xwe dê nexe bin bandora helahela û dijminatiyên welatin mîna Amerîkayê û dilniya ye ku dê vê ezmûnê jî bi awayekî bihêz derbas bike”.

Başa dön tuşu