ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Amerîkî mînaka mafên mirovan ser bingeha peymanên çekan berbelav dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Rayedarên amerîkî bi durişmên xapokîn ên insanî û qêrînên derbarê mafên mirovan da propaganda mînakeke nû ya berevanîya ji mafên mirovan ser bingeha asta peymanên çek û rextan dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî wekî berteka li hemberî gotinên vê dawîyê yên Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yên derbarê têrorîsm û mafên mirovan li Îranê da got: Ji rayedarên dewleta Amerîkayê ku mijara mafên mirovan û canê mirovan bi asta peymanên ticarî û dolarên ku ji ber peymanên çek û rextan bi dest dixin va girê didin, tiştek bilî vîya nayê çaverêkirin.

Qasimî herwiha got: Roja îro rayedarên Amerîkayê rê li ber hin rêjîmên dijî mirovantîyê yên hevpeymanê xwe vedikin ta ku bi milyonan zarok, jin û mirovên bê guneh li hin welatên herêmê bikujin, çend salan wan pêrgî xela û nexweşîyê bikin û bi balafirên cengê yên herî pêşketî medrese, nexweşxane, dawet û tazîdarîyên didin ber bombeyan.

Wî herwiha pêgirî kir: Di rewşeke wiha da Amerîka nikare û nabe wekî welatekî derewker û riswa ji ber rewşa ewlehîyê ya cîhanê û mafên mirovan li welatên din dilgiranîya xwe nîşan bide.

Başa dön tuşu