ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: “Bernameya mûşekî ya Îranê nayê gotûbêjkirin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê êvara Îniyê rapora şaş û bixeterz a Reutersê li bara viya ku Komara Îslamî ya Îranê amade ye li ser bernameya xwe ya mûşekî bikeve gotûbêjê, derew zanî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Îranê bi caran li helwêstên xwe yên aşkira û hevdîtinên dîplomatîk digel rayedarên biyanî ji wan hevpeyivîn û hevdîtinên pêkhatî ji aliyê wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, li sefera wî ya vê dawiyê bo Niyo Yorkê, li ser vê yekê pêgirî kiriye ku bernameyên berevaniyê yên Îranê nayên gotûbêjkirin û wê yekê li dijî biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) nizane.

Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Komara îslamî ya Îranê bernameyên berevaniya mûşekî wek mafê xwe yê tekûz dizane, her wiha got: “Îranê wê bi hetim bernameyên xwe yên mûşekî li çarçova stratijiyên berevanî, naskirî û diyarkirî bidomîne”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu