ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Bila Adil El-Cubeyr bila haya wî ji gotinên sivike wî hebe

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku Adil Cubeyr haje gotinên xwe yên sivik be û dest ji van gotinên xwe yên nediruste dijî Îranê berde.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Behram Qasimî got: Adil Cubeyr wezîrê karên derve yê Erebistanê ku van rojana dixebite şûn û esera alîkariyên karbidestên Riyazê bo grûpên terorîstî paqij bike, Wer fikir dike ku bi teblîxatên dijî îranê dikare van cure riswatiyên Rirazê ji bîra xelkê cîhanê bibe, li halê ku hîn jî Erebistan wekî bavê El-Qaidê û DAIŞ`ê tê naskirin.

Behram Qasimî destnîşan kir; Helbet hemû dizanin ku li rojên bere berî weşandina rapora sirî ya rûdawa 11 Îlona sala 2001 gelek zextûzor li ser Adil Cubeyr in, lê rastî eva ye ku ji ber piştevaniya hertimî ya Erebistanê ji grûpên terorîstî ew dê zehmetî û dijwariyên din jî bikşîne.

Qasimî ragihand; Bê şik bîrûraya giştî ya xelkê cîhanê dê haje vê rastiyê be ku Erebistanê piştî 11 Sepbtambra sala 2011, çawan alîkariyên abûrî daye grûpên terorîstî û pêwîste Riyaz bersiva van cinayetên xwe bide.

Qasimî ragihand; wisa diyar e her wextê ku Adil Cubêyr rastî şikesteke siyasî tê, gotineke derew û ne mentiqî dijî Îranê tîne ser zimanê xwe ku em dibêjin dest ji van gotinên xwe yên sivik dijî Îranê berde û li bara netîca van gotinan kêmekê fikr bike.

Adil Cubêyr li gotinên xwe îdia kiribû ku Îran piştevaniyê dide terorîzmê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu