ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Bila Amerîka bizane serdema niha serdema sedrestîxwazî û nêrîna yekalî nine

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî gotinên rayedarên Amerîkî ku hevdem digel gefan, daxwaza gotûbêja digel Îranê hilêdixin, got: Bila Amerîka bizane ku serdema bniha serdema serdestîxwazî, zorbêjî û nêrîan yekalî nine.

Nûnera Amerîka li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Nîkî Hîlioyê Duşemiya bihurî li jhevpeyivîna bi kanala CBN`a vî welatî ra, piştî wê ku Îran tawanbar kir ku wajokerên Lihevkirina Atomî ji kiryarên xwe yên pêşerojê tirsandine, amadetiya wî welatî ji bo gotûbêja li ser Lihevkirna Atomî ya nû digel Îranê ra ragihand.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, behram Qasimî roja Çarşemiyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku tu pêbaweriyek ku gotin û kiryarên rayedarên Azmerîkayê ji bo gotûbêjê tune, şîert li rayedarên vî welatî kir ku fikra gotûbêja yekalî û bi saya zêdexwazî û gefxwarina li Îranê bona hertim ji serê xwe derxînin û li pey dubarekirina tecrubeyên xwe yên têkçûyî û pêşîn nerin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê mêrxas, bi şaristaniyet û dîroksaz ê Îranê di dirêjahiya dîroka xwe ya bi şanazî da bi behrewergirtina ji çanda zengîn, hişmendî bersiva gefan bi gefê û bersiva rêzgirtinê bi rêzgirtinê daye û tu wextî li hemberî zêdexwazî, serdestîxwazî û zextan, dê heta kêliyekê li warê berevanî û parastina mafên gel, yekparçetî û serxwebûna Îranê derengiyê neke.

Başa dön tuşu