ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Bila Amerîka li operasyona Mûsilê bi rastbêjî û cidîyetê tev bigere

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, ji welatên ku li operasyona azadkirina Mûsilê beşdar in û ji wan Amerîkayê xwest, di vê operasyonê de bi awayekî rastbêj û cidî bixebitin.

Behram Qasimî, roja duşemiyê li gotûbêja tev IRIB News`ê, li ser newekheviya li kiryarên Amerîkayê derheq DAIŞ`ê û  hebûna hêzên wê li operasyona Mûsilê tevî rola ku vî welatî li piştgiriya ji DAIŞ`ê û komên din ên terorîst heye, got: Komara Îslamî ya Îranê, pişta şerê dijî terorîsmê yê rastbêjane digire û di vî warî de rêzê li biryarên dewleta Iraqê digire.

Wî destîşan kir: Welatên ku li ser daxwaz û bi hevahengiya dewleta Iraqê, li qada şerrê dijî terorîsmê û derxistina koma terorîst a DAIŞ`ê ji vî welatî ne, divê ku nîta wan baş û xêrxwazane bibe û bona cebirandina şaşitiyên xwe yên berê, li şerrê dijî terorştan ê li Mûsilê, rastbêjane tev bigerin.

Qasimî herwiha got: Komara Îslamiya Îranê, Iraqeke aram, pêşketî û bi aştî dixweze ku bikaribe hakimiyeta neteweyî û yekperçetiya axa xwe biparêze.

Qasimî şerrê dijî terorîsmê, siyaseta sereke û bê guhertin a Komara Îslamî ya Îranê ji berê va heya niha da zanîn û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê, wê heya paqijkirina tam û dabînkirina aramiya li Iraqê, li kêleka gel û dewleta vî welatî bimîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu