EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: “Bila Fransa bizane ku bernama mûşekî ya Îranê nabe mijara muzakirê “

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku şopandina planên berevanî û mûşekî mafê Îranê ye û got: Meseleyên bi vî rengî nabin mijara muzakirê.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ji Fars News`ê re têkildarî gotinên vê dawîyê yên Êmanoêl Mekron serokomarê Fransayê ku xwestîye gotûbêj têkildarî bernama mûşekî ya Îranê pêk bê, got: “Divê rayedarên Fransayê bizanin ku dema diaxivin meseleyan bi awayekî deqîq û baldarîyeke zêdetir binirxînin ji ber ku Komara Islamî ya Îranê bê guman têkildarî meseleyên berevanî û mûşekî muzakirê nake“.

Mekron vê dawîyê di çarçova sîyasetên Waşîngtonê de ku dixwaze planên berevanîyê yên Komara Islamî ya Îranê bên sekinandinê pêşnîyar dabû ku lihevkirina navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bi muzakireya têkildarî planên mûşekî yên Îranê bê kemilandin.

Rayedarên Komara Islamî ya Îranê bi caran pêgirî kirine ku planên berevanîyê ji wan bernama mûşekî xeta sor a Komara Islamî ya Îranê ne û ragihandine ku sîyasetên berevanî û mûşekî yên Îranê ji bo parastina welêt û alîkarîya ji bo aştî, istiqrar û ewlehîya navçê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu