Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê êrişa Erebistanê ser cih û malên xelkê sivîl li bajarên curbicur ên Yemenê şermezar kir û got: Giranbûna bombebarana navçên xelknişîn ên Yemenê nîşana lawazî û işketsa destdirêjkiran di warl bidestxistina armancên xwe de ye.
Siba roja duşemiyê balefirên cengê merasimeke dawetê li parêzgeha Heceyê bombebaan kirin ku li encama wê heft kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Behram Qasimî berdevkê Weazreta karên derve ya Îranê bi paşmayiyên qurbaiiyên vê bûyera diltezîn hevderdî kir û piştgiriya çek û sîlehaî ya hin welatên rojava ji Erebistana Siûdî berperpirsiyarane nirxand.
Qasimî her wiha got: Êrişa ser navçên xelknişîn û meqerên neeskerî û girtina pêşiya seredana rêxistin û saziyên berpirsiyar ên navneteweyî li karê gîhandina alîkariyê bo Yemenê, binpêkirina prensîp û qayîde û qirarên mafê miroavn e.
Behram Qasimî berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û welatên bibanodr li qeyrana Yemenê xwest ku hewlanên xwe ji bo rawestandina demlidest a êrişan zêde bikin û tivdîr û kiryarên pêdivî ji bo parastina tendrustî û ewlehiya xelkê sivîl bi taybet jin û zarokan bi kar bînin.
Erebistanê bi pitgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015`an dest bi êrişa eskerî ser Yemen û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha bi dehan hezar hatine kuştin û bi dehan hezar yemenî jî birîndar bûne.
Rejîma Siûdî û hevpeymanên wê heya niha ji ber berxwedana xelkê Yemenê nekarîne bighêjine tu yek ji armancên xwe li vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)