ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Boykotên nû dijî Îranê, dubarekirina şaşitîyên Amerîkayê ne

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê got, pejirandina boykotên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê, ji wan kiryarên bikîn ên Waşîngtonê li dijî gelê Îranê û dubarekirina şaşitîyên berê yên Amerîkayê ye.

Meclisa Nuneran a Amerîkayê sêşemê şevê li dewama sîyaseta bikîn a Waşîngtonê dijî Têhranê, bi 419 dengên Erê plana tam a boykotên Îranê pejirand.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li koma nûçegihanan, boykotên nû yên Amerîkayê dijî Îranê berovajî naveroka rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê zanîn û got: Ev kiryar vê yekê nîşan dide ku Amerîkayê têgiheştineke durist li bara Îranê û meseleyên navçê tineye û ji şaşitîyên istiratêjîk ên berê li bara Îranê û herêmê ibret wernegirtîye.

Qasimî bi gotina vîya ku Amerîka hertim bi dû dijwarkirina kiryarên bikîn ên dijî Komara Islamî ya Îranê bûye, dîyar kir: Rewşa niha ya navçe û cîhanê û heta rewşa Amerîkayê xwe ne ya berê ye û Amerîkaya roja îro hêza berê tineye û Ewropaya roja îro jî ne Ewropaya duh e.

Wî herwiha ewlehîya navçê ser xêra her kesî zanî û got: Îranê jibo dabînkirina ewlehî û aramîya navçê gellek hewl dane û divê hewl bê dayîn ku cîgeha herêmê li warê pêşketin û aramîyê de jorda here.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê xurtkirina şîyana berevanîyê ya Îranê girîng zanî û got: Şîyana mûşekî û berevanîyê ya Îranê astengkir e û di xizmeta istiqrar, ewlehî û pêşxistina welêt da ye û li dijî ti welatekî nabe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu