ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Civîna Rîyazê komployeke sîyonîstî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser seredana vê dawîyê ya serokomarê Amerîkayê bo Erebistanê jibo pişkdarîya li civîna erebî-amerîkî li Rîyazê û lidarxistina vê civînê komployeke sîyonîstî zanî.

Selman Ibnê Evdilezîz paşayê Erebistanê çendekê berî niha bi şandina teylîfnameyan jibo serokên 17 welatan ji wan xwest seredana Rîyazê bikin û bi Donald Trump serokomarê Amerîkayê re ku biryar e di 23`yê Gulanê da seredana Erebistanê bike hevdîtinê pêk bînin.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro li civîna rojnamevanîyê têkildarî seredana Donald Trump bo Erebistanê jibo pişkdarîya li civîna erebî-amerîkî got: Ev civîna komployeke sîyonîstî ye û Erebistan li gorî peywendîyên ku ligel Tilavîvê hene, bi danîna naveke din ser vê civînê, hewl dide vê peywendîyê binixumîne.

Qasimî bi gotina vîya ku pirsgirêkên navxweyî, êrişa ser Yemenê û hesta tenêmayînê di nav hikimdaran da, wisa kirine ku Erebistan civîna erebî-amerîkî lidar bixe û dîyar kir: Li gorî kiryarên vê dawîyê yên Erebistanê li herêmê, Rîyazê hewl daye di civîneke wiha da, mijara belavkirina têrorîsmê ji hêla vî welatî va kêm bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê temî da amerîkîyan ku zêde şaşitîyê nekin û karên xwe yên şaş ên berê dubare nekin, ji ber ku dûhatên wan yê pêsîra amerîkîyan xwe bigire.

Qasimî bi gotina vîya ku Îran hertim xwazyarê aştîyê û têkoşîna dijî têrorîsmê bûye, da zanîn: Kesên ku idiaya têkoşîna li hemberî têrorîsmê dikin divê rê û şêwaza Îranê bigirin ber xwe ta ku rastbêjîya wan bê isbatkirinê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li bara rewşa giran a êxsîrên filistînî yên di zîndanên Rêjîma Sîyonîst da jî got: Eva xeyseta hovane ya Rêjîma Sîyonîst nîşan dide û heta dema ku zilim hebe berxwedan jî yê bi şiklên curbicur bidome.

Êxsîrên filistînî ji 17`ê Nîsanê va, roja êxsîrên filistînî, greva birsîbûnê bi durişma “ azadî û rûmet“ bi nîşana nerazîbûna li hemberî sîyaset û kiryarên nijadperestane yên Rêjîma Sîyonîst destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu