İslami Davet Kurdi Bange İslami

Qasimî: “Civîna Têhranê derfetek ji bo hevgirtina navçeyî ye”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Civîna serokên Îran, Tirkiye û Rûsiyê li Têhranê derfeteka gellek baş da ku dîplomasî û pêvajoya siyasî bikare li hemberî şêrr ser keve û têrorîst teslîmî daxwaz û vîna gelê Sûriyê bin”.

Civîna serokomarên Îran, Tirkiye û Rûsiyê derbarê Sûriyê sibe anku Îniyê, 7ê Îlona 2018ab, li Têhranê dê were lidarxistin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî roja Pêncşemiyê li nivîsarekê li rojnameya Îranê, nivîsî: “Civîna serokên Îran,, Tirkiye û Rûsiyê, dewama gotûbêja navbera rayedarên pileberz ên van sê welatan li çarçova pêvajoya siyasî ya nasyar bi Pêvajoya Astaneyê ye û derfeteka baş ji bo hevahengî û hevgirtina li mijarên dualî û çendalî û kêşeyên navçeyî û navneteweyî ye”.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê armanca sereke ya civîna Têhranê çareserkirina bingehîn û siyasî ya qeyrana Sûriyê da zanîn û got: “Hevkariya stratjîk navbera Îran, Rûsiye û Tirkiyê di heyama sê salên bihurî da, roleka bibandor li warê têkoşîna dijî têrorîsmê bi tayebt sekinîna li hemberî koma tekfîrî têrorîst a DAIŞê, pêkanîna navçeya Bêyî Kêşeyan û vegeriyana awareyên sûrî bo mal û warê xwe hebûye”.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi zêdexwazîyên bêmentiq û seranavçeyî yên Amerîkayê kir û got: “Îran, Tirkiye û Rûsiyê ji ber nepejirandina sepandinên yekalî ji aliyê Amerîkayê va, ketine bin zexta boykotên cûrbicûr û civîna Têhranê dikare bibe sebeba hevgirtina van sê welatan ji bo sekinîna li hemebrî boykotên zalimane û gefên ne-edlane”.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Îran, Rûsiye û Tirkiy tûşî kêşeyên wekhev û gefên hevpar ji aliyê hêzxurtên zorbêj ên seranavçeyî bûne û bêguman dewama danûstandin   û hevkariya dualî, sêalî û çendalî bûye pêwîstiyeka bingehîn”.

Exit mobile version