EwropaFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Em li peywendîyên ligel Almanîyayê tu şertekê napejirînin

berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê desnîşan kir ku li peywendîyên di navbera Îran û Almanîyayê da tu şertek nayê qebûlkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê li bara gotinên Zîgmar Gabrîyêl, wezîrê aborîya Almanîyayê li hevpeyvîna ligel Kovara Spiegel (Şpîgêlê) got: Çawa ku Têhranê bi caran desnîşan kirîye, peywendîyên Komara Îslamî ya Îranê û Almanêyayê ser bingeha berjiwendî û rêzgirtina dualî hatin destpêkirinê û di vî warî da tu şertek nayê qebûlkirin.

Qasimî herviha got: Komara Islamî ya Îranê di vî warî da destwerdana alîyê sêyem qet qebûl nake û vê yekê alozkirina peywendîyên dualî dizane.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara mijara Filistînê ku vî berpirsê almanî behsa wê kiribû jî got: Komara Îslamî ya Îranê berevanîya ji mafên gelê Fiilstînê beşeke naguher ya sîyaseta xwe ya derve dizane û tu wexta û di tu rewşekê da desta ji armanca Filistînê nakşîne.

Behram Qasimî li bara axavtina Zîgmar gabrîyêl têkildarî mijara mafên mirovan jî got ku gotinên wî tu têkilîya xwe tinene û Komara Islamî ya Îranê rê nade tu welatek xwe têkilî karên navxweyî yên wî bike.

Zîgmar Gabrîyêl, wezîrê aborîya Almanîyayê li hevpeyvîna tev Kovara Şpîgêlê idia kiribû ku Almanîya yê tenê di rewşekê da peywendîyên asayî û dostane ligel Îranê hebin ku dewleta Îranê, Rêjîma Sîyonîst bi fermî nas bike.

Gabrîyêl herviha di çarçova dew û dozên pûç da ji ber binpêkirina mafên mirovan û rola Têhranê li alozîya Sûrîyê dilgiranîya xwe nîşan dabû  (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu