İslami Davet Kurdi Bange İslami

Qasimî: Êrişên Israîlê ser Sûrîyê mînaka firişka serdestîxwazîyê ya Rêjîma Sîyonîst in

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê, êrişên vê dawîyê yên Rêjîma Sîyonîst ser Sûrîyê şermezar kirin û got: Ev êriş destdirêjî û zorbêjî û mînaka zelal a firişka serdestîxwazî, qeyranxwazî û derewkar a Rêjîma Sîyonîst in.

Rêjîma Sîyonîst di çend rojên vê dawîyê da bi balafir, topxane û tankan çend caran êrişî deverên curbicur ên Sûrîyê kirîye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî pêgirî kir ku çavê Rêjîma Sîyonîst istiqrar, ewlehî û aramîya navçê bar nagire û Israîlê dabînkirina ewlehîya xwe ser bingeha bêewlehîtî û aloztirbûna rewşa navçê darêştîye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bêdengîya welat û civatên navnetewî li hemberî destdirîjêyên Rêjîma Sîyonîst “lampeke kesk û handanek ji bo vê rêjîmê ji bo domandina kiryarên xwe yên zorbêjane “zanî û got: Xweparastina rewa li hemberî destdirêjîyên Israîlê mafê dewlet û gelê berxwedêr ê Sûrîyê ye.

Qasimî bi bîr xist ku dewlet û gelê Sûrîyê di 7 salên buhurî de li hemberî êrişên hovane ku komên têrorîst ên ku Rêjîma Sîyonîst, Amerîka û hin hevgirtîyên wan ên herêmî pişta wan digirin, pêk tînin, sekinîne û pîlanên wan pûç derxistine.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li dawîyê got: Israîl bi êrişa ser Sûrîyê hewil dide işkestên giran ên têrorîstên ku perwerde kirine bicebirîne û hevkêşeyê ser xêra van komên ber bi têkçûnê biguherîne lê nikare.

Exit mobile version