ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî : Eva ku Kongera Amerîkayê boykotên dijî Îranê dirêj kirin, dijî rêketina navokî bû û nayê qebûlkirin

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê îro duşemê li Press konferansa xwe ya hefteyê bersiva pirsên rojnamevan û xeberhinêran da ku para pirtir a van pirsan li bara dirêjbûna boykotên dijî Îranê ji aliyê Amerîka bûn.

Behram Qasimî li destpêka axivtina xwe bal kişande ser hevdîtina Elî Ekber Salihî serokê saziya enirjiya atomî ya Îranê tev Êrnist Monîz wezîrê enirjiya Amerîka li Viyenayê û ragihand ku li vê hevdîtinê Salihî nerezamendiya Komara Islamî ya Îranê li hemberî van cure siyasetên Amerîkayê gihande Monîz.

Qasimî destnîşan kir; Ev tişta ku Amerîka bona boykotkirina Îranê kir gelek jî ne normal nîne ji ber ku me adet kiriye bi van cure siyasetên Amerîkayê ku sozên xwe cih nayîne û me tecrubeyên tal ji Amerîkayê hene , çi berî serketina inqilaba islamî ya Îranê û çi jî piştî serketina inqilabê.

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê li dewama gotinên xwe ragihand; Eva ku li dewleta nû ya Amerîka dê çi biqewime , ez naxwazim pêşbîniyê bikim lê eva ku Obama çi dixwaze bike, eva ye ku li gorî soza ku wî daye diviya wî ev pêşniyara nûnerên parlemana Amerîka veto bikira.

Qasimî got: Eva ku Kongera Amerîkayê boykotên dijî Îranê dirêj kirin, dijî rêketina navokî bû û nayê qebûlkirin.

Wî got: Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1, rêketineke dualî nîne belkî rêketineke cîhanî ye ku civata navnetewî ji vê rêketinê piştevanî kiriye û Amerîka nikare bi tenê neyartiya vê rêketinê bike û em hêvîdarin ku ev siyaseta Amerîkayê bê guhartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu