ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Hêyderî: Hêzên çekdar ên Îranê dê dijmin têk bibin

Fermandeyê hêza bejayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Heke şerek biqewime, hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê dê malikê li dijmin xirab bikin.

Serleşker Kîyûmers Hêyderî îro li hevdîtina digel fermande, alîkar û personelên erkantîya hêza bejayî ya Artêşa Îranê li Têhranê got: Digel hişyarbûna gelê Îranê li hemberî komploya dijminan, hêzên çekdar ên Îranê jî tu wexta ji komployên dijminan xafil nabin.

Fermandeyê hêza bejayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê, birêxistina tirs û wehşetê ji bijareyên din ên dijminan li hemberî Nizama Komara Islamî ya Îranê zanî û got: Roja îro yekîneyên hêza bejayî ya Artêşa Îranê bi saya hêza insanî ya kêrhatî û alavên pêşketî dikarin li hemberî her cure gefên biroj ên cîhanê bisekinin.

Serleşker Hêyderî têkildarî vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî jî pêgirî kir: Hebûna Amerîkayê li rêketinama navokî tu xêrek ji bo Îranê tinebû û derketina vî welatî ji vê rêketinamê jî tu zîyanekê nagihîne Îranê.

Başa dön tuşu