Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Dewama serkutkirina berfireh û binpêkirina mafên filistîniyan ê çûyîna nav cihên pîroz li Qudsa Şerîf nîşan dide ku Filistîna mezlûm tim mesela ewil a cîhana Îslamê ye.
Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemiyê, dewama serkutkirina gelê mezlûm ê Filistînê li Qudsa dagirbûyî bi mehneya girtina pêşiya çûyîna nimêjkirên filistînî nav mizgevta El-Eqsayê şermezar kir û got : Raya giştî, medya, gel û dewletên cîhanê divê pişgiriyê bidine gelê mezlûm ê Filistînê li warê rawestana li ber destdirêjî û kiryarên li dijî însanî yên siyonîstên talankir.
Qasimî herwiha got ku Qudsa Şerîf û mizgevta El-Eqsayê heta hetayê wek qilbal ewil a misilmanan a hemî misilmanên cîhanê û gelê Filistînê ye û got : Rejîma Siyonîstî wek çavkanî û bingeha serek ya teorîzma dewletî û pêkanîna tirs û xofê li navçê reftarê dike.
Qasimî bêdengiya hin welatên navçê wek dawakarên serkêşîya cîhana Îslamê rexne kir û ji civakên navneteweyî xwest ku bi micidî li hember serkutkirî û siyasetên birêxistina duberekiya nijadî û tebîza mezhebî ya Rejîma Siyonîstî rawestin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê her wiha ji saziyên mafên mirovan ji wan Konseya Mafên Mirovan a NY û rêxistina hîndekarî , ilmî û çandî ya NY( UNESCO) xwest ku bi cihanîna peywirên xwe siyasetên Rêjîma Syonîst ên li dijî însan, çand û dijberê qayîde û qirarên mafên mirovan bidin kutakirinê.
Rejîam Siyonîstî ji 14 Tîrmeha 2017`an ve di dewama serkutkiryrên xwe hin sînor û berbend li dijî filistîniyan jibo derbasbûna nav mizgevta El-Eqsayê danîne.