İslami Davet Kurdi Bange İslami

Qasimî: Filistîn tim mesela ewil a cîhana Îslamê ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Dewama serkutkirina berfireh û binpêkirina mafên filistîniyan ê çûyîna nav cihên pîroz li Qudsa Şerîf nîşan dide ku Filistîna mezlûm tim mesela ewil a cîhana Îslamê ye.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemiyê, dewama serkutkirina gelê mezlûm ê Filistînê li Qudsa dagirbûyî bi mehneya  girtina pêşiya  çûyîna nimêjkirên  filistînî nav mizgevta El-Eqsayê şermezar kir û got : Raya giştî, medya, gel û dewletên cîhanê divê pişgiriyê bidine gelê mezlûm ê Filistînê li warê rawestana li ber destdirêjî û kiryarên li dijî însanî yên siyonîstên  talankir.

Qasimî herwiha got ku Qudsa Şerîf û mizgevta El-Eqsayê heta hetayê  wek qilbal ewil a misilmanan a hemî misilmanên cîhanê û gelê  Filistînê ye û got : Rejîma Siyonîstî wek çavkanî û bingeha serek ya teorîzma dewletî û pêkanîna tirs û xofê li navçê reftarê dike.

Qasimî bêdengiya hin welatên  navçê wek dawakarên serkêşîya cîhana Îslamê rexne kir û ji civakên navneteweyî xwest ku bi micidî li hember serkutkirî û siyasetên birêxistina duberekiya nijadî û tebîza mezhebî ya Rejîma  Siyonîstî rawestin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê her wiha  ji saziyên  mafên mirovan  ji wan Konseya Mafên Mirovan a NY û rêxistina  hîndekarî , ilmî û çandî ya NY( UNESCO) xwest ku bi cihanîna peywirên xwe siyasetên Rêjîma Syonîst ên li dijî însan, çand û dijberê qayîde û qirarên  mafên mirovan bidin kutakirinê.

Rejîam Siyonîstî ji 14 Tîrmeha 2017`an  ve di dewama  serkutkiryrên xwe hin  sînor û berbend  li dijî filistîniyan jibo derbasbûna  nav mizgevta El-Eqsayê danîne.

Exit mobile version